Îran: Ev ne helwesta me ya fermiye

Kurdistan huşdarî daye Îranê ku rastiyan beruvajî neke.
کوردستان TV
100%

Konsulusê Îranê dibêje emê lêkolînê li ser amade kirina fîlmê bikin.

Ev çend roje mijara fîlma tevekul yaku ji aliyê navendeke ser bi Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî ve derbarê şerê DIŞIê de hatiye amadekirin bûye sedema nakokiyan di navbera Hewlêr û Tehranê de.

Di fîlma han de behsa vê yekê tê kirin ku di şerê dijî DIŞIê de rola Îranê gelek girîng bûye û eger Îran bi taybetî jî Fermandarê çekdarên Qudis yaku ji aliyê Amerîkayê ve di destpêka sala 2020an de li Bexdayê hatibû kuştin, Qasim Silêmanî nebûya vê DIŞI Hewlêr jî dagîr kiriba û Qasim Silêmanî Hewlêr rizgar kiriye.

Ev fîlma han yaku rastiyan beruvajî dike, bûye sedema aloziyan di navbera Hewlêr û Tehranê de, hikûmeta Kurdistanê huşdariyek daya Konsulusxaneya Îranê li Hewlêrê û pişt re jî Konsulusê Îranê yê li Hewlêrê di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku ev fîlm ne helwesta fermî ya Îranê ye û çavkaniya fîlmê ne diyare û hikûmeta Îranê jî vê lêkolînê ser fîlmê bike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.