49 kesên din li Kurdistanê bi Koronayê ketine

welatiyek jî jiber Koronayê canê xwe ji dest daye.
کوردستان TV
100%

Ew kêmtirîn hijmara çend mehên dawiye.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 49 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 38 kese.

Wezaretê diyar kiriye ku di nava heman demê de bi giştî 944 kes jî baş bûne û berketiyek jî canê xwe ji dest daye.

Bi giştî li Kurdistanê 105 hezar û 550 kes bi Koronayê ketine, 92 hezar û 525 kes baş bûne û 3 hezar û 455 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.