Tirkiye bo ser Rojavayê metirsiye

dibêje tirkiye bo ser Rojavayê metirsiyeke gelek mezine.
کوردستان TV
100%

Dibêje lazime YE û Amerîka wenêrînê bo têkiliyên xwe yên li gel Tirkiyeyê bikin.

Balyozê berê yê Yekîtiya Ewrûpayê yê li Tirkiyeyê Marc Pierini derbarê têkiliyên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpayê û herwiha têkiliyên Tirkiyeyê yên li gel Amerîkayê babetek nivîsandiye.

Pierini di babeta xwe de behsa vê yekê kiriye ku ew çend sale, Tirkiye beruvajî pîwanên YE tevdigere û bûye hevpeymaneke metirsîdar bo YE û Amerîkayê.

Nav hatî di beşeke din ji babeta xwe de behsa vê yekê kiriye ku lazime Amerîka û YE bo rizgar bûn ji wan metirsiyan wenêrînê bo têkiliyên xwe yên li gel Tirkiyeyê bikin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.