Li Soranê 3 kes hatin girtin

ji cureya herî metirsîdar ya madeyên hişbere.
کوردستان TV
100%

Madeya hişber bi wan re bûye.

Birêveberatiya nehêştina madeyên hişber li Soranê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya kar û çalakiyên xwe de karîne, li Soranê 3 kesan binçav bikin.

Li gor daxuyaniya han, ew her sê kesên han karê bazirganî kirin bi madeyên hişber kirine û dema hatine girtin, zêdetirji kîloyek madeya hişber ji cureya şîşe li gel wan bûye.

Di daxuyaniya birêveberatiya han de hatiye diyarkirin ku beriya sê rojan jî li Hac Omeranê keseke din yê Îranî hatiye girtin ku hinek madeyên hişber bi wî re bûne.

N: E.G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.