Hejmara pêketiyên Korona ji 98 mîlyonan borî

hijmara herî zêde li Amerîka û Hindistanê hatiye tomarkirin.
کوردستان TV
100%

Hejmara pêketiyên vîrusa korona ji 98 mîlyonan borî. Li gor agahiyê ndawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 98,100,314 kes bi vîrusa korona ketine.
Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 25 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 10,6 mîlyon pêketiyan Hîndistan, û li dû wê jî bi 8,7 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.
Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê pirtir ji 2 mîlyon kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 413,583 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 215,243 mirinan Brezîlya heye.
Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din bûbû. Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 98,786 kes bi vîrusa korona ketine û 4,803 kes bi wê mirine.
Ji dengê amerîkayêhatiye wergirtin.
N: E. G

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.