Êrîşî ser hêzên Amerîkî hate kirin

zirarên êrîşê nayên zanîn.
کوردستان TV
100%

Li nêzî balefirxaneya Bexdayê ew êrîş pêk hatiye.
Li gor jêderên nûçeyan berbanga îro şemî, li nêzî balefirxaneya navnetewî ya Bexdayê, êrîşî ser karwaneke leşkerî ya hêzên Amerîkî hatiye kirin.
Jêder behsa vê yekê dikin ku karwan bi sê mûşekan hatiye armanckirin û di encama êrîşê de jî zirar bi karwana leşkerî ketiye.
Heta niha nehatiye zanîn gelo ew zirar, canî ne anjî madî.
Ji aliyeke din ve, her îro pergala antî mûşek ya Amerîkayê ya li Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê jî bo bersifdana êrîşên mûşeke bi qasî çend deqîqeyan kete alarimê.
N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.