Di roja damezrandina Komara Kurdistanê de hatiye girtin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, welatiyekî Kurd yê ku şêniyên bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê ye, jiber liber kirina kincên Kurdî hatiye binçavkirin.
Hengawê diyar kiriye ku welatiyê Kurd yê bi navê Eta Rehmanzade, di salvegera damezrandina Komara Kurdistanê ya li Mehabadê de, kincên Kurdî liber kiriye û ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve hatiye girtin û bi cîheke nediyar hatiye veguhastin û heta niha jî çarenivîsa wî nediyare.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin