Nasir Herkî: Bê Pêşmerge ewlekariya Îraqê nayê dabîn kirin

dibêje bêyî hêzên pêşmerge hêzên ewlekarî yên Îraqê serkeftî nabin.
کوردستان TV
100%

Dibêje hêzên ewlekarî bi tenê nikarên ewlekariyê dabîn bikin.
parlementerê Parlementoya Îraqê û endamên komîteya asayîş û berevaniya parlementoya Îraqê, Nasir Herkî ragihand ku hêzên ewlekarî yên Îraqê û artêşa Îraqê, rixmî hewldanên xwe yên berdewam lê nikarên bi başî û bi temamî ewlekariya Îraqê dabîn bikin.

Nasir Herkî herwiha ew yek diyar kiriye ku bêyî hêzên pêşmerge ne hêzên ewlekarî û ne jî artêşa Îraqê nikarin ewlekariya Îraqê dabîn bikin.

Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku lazime aliyên Îraqî vê yekê baş bizanin ku eger dixwazin li welat asayîş û ewlekarî hebe, lazime hevkarî û hemahengiya wan li gel hêzên pêşmerge hebe, jiber ku bêyî pêşmerge, asayîş û aramiya Îraqê nayî dabînkirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.