Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe bo wî diyar kiribû.
Hefteya derbasbûyî jiber koça dawî ya dayika wî, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxî dabû Fermandarê giştî yên hêzên Sûriyeya demokratîk, Mezlûm Ebdî.
Mezlûm Ebdî jî duhê peyamek bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî şandiye û di peyama xwe de spasiya Mesrûr Barzanî kiriye û hêviya tendirostî, temendirêjî û serkeftinê ji Mesrûr Barzanî re xwestiye.
Ebdî herwiha di peyama xwe de nivîsandiye: Bi hêviya vê yekême ku di pêşerojê de bo berejwendiyên gelê xwe bihevre bixebitin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin