Li Kurdistanê nexweşiya balindeyan tuneye

li Kurdistanê ti haletek nehatiye dîtin.
کوردستان TV
100%

Wezareta çandinê civiyaye û giftûgo li ser mijarê kiriye.

Îro wezareta çandiniyê li gel komîteya rûbirû bûna enfûlanzaya balindeyan civiya.

Di civînê de giftûgo li ser belav bûna anfolanzaya balindeyan li Îraqê hate kirin û bi hûrî û kûrî jî behsa mijarê ya li Kurdisanê hate kirin.

Komîteyê raporta xwe ya derbarê lêkolîn kirin li ser mijara hebûn û nebûna anfûlanzayê li Kurdistanê de pêşkêş kir û ragihand ku li Kurdistanê de heta niha ti haleteke anfûlanzayê nehatiye dîtin.

Weke tê zanîn ew hefteyeke li Îraqê ew nexweşiya han belav bûye û zirareke mezin gehandiye xwedan baldaran.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.