Li Kurdistanê 68 kesên din bi Koronayê ketin

3 berketî jî canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Zêdetir ji 900 berketî jî baş bûne.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 68 kesên din bi koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya pêketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 38 kese.

Wezaretê diyar kiriye ku di nava heman demê de 995 berketî jî baş bûne û 3 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.