Hefteya pêşiya me şand diçe Bexdayê.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civîna xwe ya li gel Konsulus, Nuner û Dîplomatên welatên biyanî yên li Kurdisanê, li ser twitterê peyamek belav kir.
Serokwezîr di peyama xwe de hinek behsa naveroka civîna xwe ya li gel Konsulus, Nuner û Dîplomatên welatên biyanî kiriye û nivîsandiye; Me di civînê de behsa çend mijarên girîng kir.
Serokwezîr di berdewamiya peyama xwe de nivîsandiye; Bo ku maf û şayisteyên darayî yên xelkê Kurdisanê dabîn bikin, şanda Kurdistanê bo giftûgoyên zêdetir hefteya pêşiya me serdana Bexdayê dike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin