Serokwezîr li gel Konsulus û nunerên welatên biyanî civiya

dibêje nabe mûçe weke karteke zextlê kirinê were bikaranîn.
کوردستان TV
100%

îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê li gel Konsulus, nuner û dîplomatên welatiyên biyanî yên li hewlêrê civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe wisa nivîsand;

Îro çarşem 20/1/2021 li gel Konsulus, Nuner û Dîplomatên welatên biyanî yên li herêma Kurdistanê civiyan û di civînê de me balkêşande ser rewşa navxweyî ya herêma Kurdistanê, reformên ku ji aliyê kabîneya 9an ve hatine destpêkirin û têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî.

Di civînê de me ew yek diyar kir ku herêma Kurdistanê berdewam hewl bo vê yekê daye daku xwedan baştirîn têkilî be, li gel hikûmeta federalî û tevahiya kêşeyan bi awayeke bingehîn û li ser esasê destûra bingehîn werin çareserkirin, bo vê yekê jî herêma Kurdistanê tevahiya erk û pêbendiyên xwe yên destûrî cîhbicîh kiriye daku bigehêjin rêkeftinek ku li gor berejwendiyên tevahiya welatiyên Îraqê be.

Me herwiha tekez li ser vê yekê kir ku, lazime babeta mûçe ji kêşe û aloziyên siyasî bi dûr be, nabe ew yek weke karteke zext lê kirinê li dijî herêma Kurdistanê û weke siyaseta birçî kirina mûçexorên herêma Kurdistanê were bikaranîn.

Di berdewamiya civînê de me balkêşande ser karnameya hikûmeta herêmê ya bo hemereng kirina abûrî û zêde kirina çavkaniyên dahatê û kêm kirina xerciyan û sazmandehî kirina bacan û pêşkêş kirina asankariyan bo hêlbirênerên biyanî û navxwe û me got: Me tevahiya hewlên xwe bo dabîn kirina mûçeyan mûçexorên Kurdistanê bitevger kirine.

Me herwiha tekez li ser vê yekê kir ku herêma Kurdistanê faktereke girîng ya aramiyê ye li deverêye û dixwaze têkiliyên dostane li gel welatên cîran hebe û têkiliyên xwe yên li gel civata navnetwî pere pê bide.

Me herwiha behsa girîngiya berdewamiya hevkarî kirin û hemahengî kirin li gel herêma Kurdistanê kir bo rûbirû bûna metirsiyên terorê.

Di dawî de me bersifa çend pirsan ku ji aliyê amadebûyan ve hatibûn pirsîn da.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.