Çend pêgehên hizbulaha Îraqê hatin bordiman kirin

bi dehan çekdar û leşker hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Ew pêgehên han li Başûrê Bexdayê bûne.
Çapemeniya Îraqê belav kir ku şeva derbasbûyî çend teqînên mezin li navend û pêgehên çekdarên hizbulaha Îraqê li devera Ceref Elsexer ya li Başûrê Bexdayê çê bûne.
Yek ji wan teqînan di nava navendeke çekdarên hizbulahê de çê bûye û di encam de bi dehan çekdar hatine kuştin û çend çekdarên din jî birîndar bûne.
Teqîna duyem jî li heman deverê di nava navendeke artêşa Îraqê de çû bûye ku di encam de 9 leşker hatine kuştin û 10 leşkerên din jî birîndar bûne.
Hate gotin ku ew teqîn jiber bordimanên Amerîkayê çê bûne, lê rayedarên Amerîkayê jî dibêjin haya me ji ti bordimanekê tuneye.
N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.