Di salekê de nêzî 150 hezar zarok ji dayik bûne

zêdetir ji 23 hezar kes jî canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Hijmara şêniyên herêma Kurdistanê zêdetire ji 6 miliyon kesan.

Desteya amara herêma Kurdistanê belav kir ku, niha hijmara şêniyên herêma Kurdistanê 6 miliyon û 171 hezar û 83 kes.

3 miliyon û 98 hezar û 801 kes nêr û 3 miliyon û 72 hezar û 282 kes jî mê ne.

Zêdetir ji 5 miliyon ji şêniyên li bajaran dijîn û miliyonek û 100 hezar jî li gundan dijîn.

Di sala 2020an de li gor 2019an ji sedî 2.2 hijmara şêniyan zêde bûye.

Herwiha di sala 2020an de li seraserê herêma Kurdistanê bi giştî 148 hezar û 169 zarok jî ji dayik bûne.

23 hezar û 921 kes jî canê xwe ji dest dane, ku ji wan 3 hezar û 439 kes bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.