Di salekê de 10 welatî canê xwe ji dest dane

zêdetir ji hezar mîn jî hatine jinav birin.
کوردستان TV
100%

Jiber teqîna mînan canê xwe ji dest dane.

Dezgeha mîn ya herêma Kurdistanê ragihand ku di sala 2020an de li seraserê herêma Kurdistanê jiber bûyera mînan bi giştî 18 welatî bûne qurbanî.

Dezgeha mîn di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku di sala 2020an de 10 welatî li herêma Kurdistanê jiber teqîna mînan canê xwe ji dest dane û 8 welatî jî bi heman sedemê birîndar bûne.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di salekê de hezar û 172 mîn ji aliyê dezgeha mîn ve hatine jinavbirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.