Rûsyayê 300 leşkerên xwe şand Rojavayê Kurdistanê

li Hesekê tên bicîhkirin.
کوردستان TV
100%

Artêşa Rûsyayê, 300 leşkerên xwe şand bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê.

Li gor berpirsê navenda çavdêriya Rûsî – Sûrî Dîmîtry Sontsov diyar kir, ew 300 leşkerên Rûsî şandine parêzgeha Hesekê.

Herwiha hat zanîn, ew leşker xalên çavdêriya hêzên Rûsya û rejîma Sûriyê bihêz dikin û roja 17.01.2021ê gihiştine Hesekê.

Berpirsê Rûs destnîşan kir, hêzên Rûsî ji bo li xalên çavdêriyê, aramiyê û ragirtina şer li navçeyê tekûz bikin li deverê ne.

Hêzeke mezin a artêşa Rûsyayê di meha Îlona 2015an de, bi piştevaniya hêzên rejîma Sûriyê ve, li dijî komên çekdar ên opozîsyonê beşdarî şerê navxwe yê Sûriyê dibin.

Ji peyamakurd hatiye wergirtin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.