Hopkins: Hejmara pêketiyên Korona ji 95 mîlyonan borî

hijmara herî zêde li Amerîkayê hatiye tomarkirin.
کوردستان TV
100%

Hejmara pêketiyên vîrusa korona ji 95 mîlyonan borî. Li gorî agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 95,077,677 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 24 mîlyon e. Li dû Amerîka bi pirtir ji 10 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 8,4 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê heta niha pirtir ji 2 mîlyon kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 397,600 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 209,847 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û di wir re derbazî dewletên din bûbû.

Hêjayî bîrxistinê ye tîmeke pisporan ya Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) bo lêkolînên ser şewba vîrusa korona di rojên borî de serdana Wuhanê kirin, lê wan hîn ti agahî belav nekiriye.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.