Ew civîn di navbera aliyên siyasî ya Kurdistanê de tê lidarxistin.
Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fewzî Herîrî ragihand ku Serokatiya herêmê û Serokatiya civata wezîran ya Kurdistanê gelek hewl didin bo çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de.
Herîrî aniye ziman ku hîn jî dema serdana şanda Kurdistanê bo Bexdayê nehatiye diyarkirin.
Nav hatî ji çapemeniya Kurdî re diyar kir ku bo yek xistina helwest û yekdengiya aliyên siyasî yên Kurdistanê, me weke Serokatiya herêmê daxwaza lidar xistina civîneke berfire di navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin