Îro biryar li ser hilbijartinan tê dayîn

vê Serokwezîr biryarek li ser mijarê bide.
کوردستان TV
100%

Komîsyon nameyek daye Serokwezîrê Îraqê.

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî piştî çend mehan destbikar bûna xwe, ragihandibû ku vê li Îraqê di meha Hezîranê de hilbijartinên pêşwext werin kirin û komîsyona bilind ya hilbijartinan jî dest bi amadekariyên xwe kiribû.

Lê ew çend roja komîsyona bilind ya hilbijartinan behsa vê yekê dike ku nikare amadekariyên xwe di dema diyarkirî de bi dawî bîne lewre daxwaza paş xistina hilbijartinên pêşwext yên Îraqê dike.

Her di vê çarçoveyê de îro komîsyon nameyek radestî Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî kiriye û di nameyê de diyar kiriye ku amadekariyên komîsyonê di dema diyarkirî de bi dawî nabin û daxwaz kiriye ku di meha 10 ya sala 2021an de hilbijartin were kirin.

Tê payîn ku îro Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî jî li ser vê mijarê biryare bide.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.