Li girtîgeha Sineyê hatiye îdamkirin.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, îro duşem li girtîgeha navendî ya bajarê Sine ya li Rojhilatê Kurdistanê welatiyekî Kurd hatiye darvekirin.
Li gor daxuyaniya navenda Hengawê, ew welatiyê han xelkê gundê Del ya ser bi Sewlawayê ye û roja pêncşema derbasbûyî bo cîhbicîh kirina biryara darve kirine, bo odeya takekesî ya girtîgeha Sineyê hatibû veguhastin.
Nav ew girtiyê Kurd Fatih Qadiriye û temena wî jî 46 sale û beriya sê salan bi tawana kuştina kesekî, ji aliyê dadgehê ve bi îdam kirinê hatibû mehkûmkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin