Dibêje hewlên cidî li dijî Kuridstanê hene.
Sekreterê partiya sosiyal demokrata Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd diyar kiriye ku niha li Îraq û deverê de hewlên cidî hene bo lawa kirin û biçûk kirina pêgeha herêma Kurdistanê.
Hecî Mehmûd diyar kiriye ku li Îraqê hilbijartinên pêşwext di dema diyar kirî de nayê kirin û eger jî were kirin vê bandoreke baş li ser Kurdistanê neke.
Nav hatî eşkere kiriye ku niha Kurdistan pêdiviya xwe bi civateke siyasî yaku ji nunerên tevahiya aliyên siyasî û etnîkî pêk hatibe heye û lazime aliyên têkildar bo damezrandina civata han ya siyasî ya Kurdistanê gavên pêwîst bavêjin.
Derbarê pêngava PDKê de ya bo civîn û kom bûnan li gel aliyên siyasî yên Kurdistanê de jî nav hatî tekez kiriye ku ew gav, gaveke erênî û gelek başe û rewşa niha ya Kurdistanê jî vê yekê dixwaze.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin