Li Kerkûkê dest bi ser çend mûşekan de hate girtin

li qezaya Dûbiz hatine dîtin.
کوردستان TV
100%

Hêzên îstîxbarata Îraqê operasiyon kirine.

Ajansa îstîxbaratî ya ser bi wezareta navxwe ya Îraqê belav kir ku, îro yekeşm hêzên wan li bajarê Kerkûkê operasiyonek lidar xistine.

Di encama operasîyona han de yaku li qezaya Dûbiz ya li Bakûrê Rojavayê Kerkûkê hatiye lidarxistin, hêzên han karîne dest bi ser hijmareke zêde mûşek û amûrên avêtina wan mûşekan de bigirin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye gotin ku ji bilî mûşekan, dest bi ser gelek cebelxaneyên din de jî hatiye girtin û pişt re tevahiya wan hatine jinavbirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.