Jiber şerê Eşîran 48 kes hatine kuştin

rewş li bajêr hîn jî aloze.
کوردستان TV
100%

Nêzî 100 kesan jî birîndar bûne.

Li gor jêderên nûçeyan, di encama şer û pevçûnên di navbera du eşîran de li Sûdanê 48 kes hatine kuştin.

Jêderên nûçeyan behsa vê yekê dikin ku şer û pevçûna han li paytexta eyaleta Darofrê, El Cenîniye qewmiye û di encama pevçûnan de 48 kes ji her du aliyan hatine kuştin û 97 kesên din jî birîndar bûne.

Li bajar qedexeya çûn û hatinê hatiye ragihandin lê hîn jî alozî didomin û rewş bi temamî nehatiye kontrolkirin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.