Îran û Amerîka danûstan kirine

îdareya Biden jî ew nûçe red dike.
کوردستان TV
100%

Kanala 12 ya Îsraîlê ew nûçe belav kiriye.

Kanala 12 ya Îsraîlî belav kir ku vê hefteyê, berpirsê îstîxbarata Îsraîlê, bo pêkanîna hevdîtina dawî li gel Trump û herwiha lidar xistina civînê li gel îdareya nû ya Amerîkayê ya bi Serokatiya Biden, serdana Amerîkayê dike û derbarê naveroka danûstaninên navbera Îran û Amerîkayê de vê zaniyariyan werbigire.

Kanala 12 belav kiriye ku li gor zaniyariyên berdest, şandeke îdareya Biden, bo vegerandina Îranê bo ser bernameya etomî yaku sala 2015an hatibû îmzekirin lê Trupm ji poşman bibû, li gel Îranê danûstan kiriye.

Li hember vê yekê berpirsekî tîma Biden jî ew nûçeya han red kiriye û diyar kiriye ku ti danûstandinek di navbera tîma Biden û rayedarên Îranê de çê nebûye.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.