Mekteb siyasiya PDKê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Kurdistantvê kir.
Bi minasebeta 22mîn salvegera damezrandina Kurdistantv, mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye û salvegera damezrandina Kurdistantv pîroz kiriye.
Mekteb siyasiya PDKê di peyama xwe de diyar kiriye ku Kurdistantvê yekem kanala setelayit ya Kurdî bûye ku li Başûrê Kurdistanê bi ferman û organîzatoriya raste rast ya Serok Barzanî di roja 17ê meha 1 ya sala 1999an de hatiye damezrandin.
Kurdistantv di nava 22 salên derbasbûyî de di warê geşe sendina çapemeniya Kurdî de û herwiha pêgehandina medyakarên Kurd de roleke gelek girîng lîstiye.
Mekteb siyasiya PDKê herwiha diyar kiriye ku Kurdistantv di nava 22 salên derbasbûyî de pêbendî peyamên aştiyane, bingehên azadiya çapemeniyê bûye û xizmeta doza reva ya gelê Kurdistanê kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin