Kurdistantv bû 22 salî

yekem kanala Kurdî ya setelayitê ye ku hatiye damezrandin.
کوردستان TV
100%

22 sale kar li ser nasnameya netewî dike.

Kanala Kurdistantv ku weke yekem kanala Kurdî li Başûrê Kurdistanê hatiye damezrandin, ew 22 sale berdewame li ser kar kirin li ser nasnameya netewî û pirsên nîştimanî.

Kurdistantv di roja 17ê meha 1 ya sala 1999an de hatiye damezrandin û yekem kanala Kurdî bûye ku li Başûrê Kurdistanê dest bi weşanê bi rêya setelayitê kiriye.

Di nava 22 salên derbasbûyî de Kurdistantv ne tenê navendek bûye bo pêgehandina medyakar û rojnamevanên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, belku hevdem, navendeke girîng û ektîf bûye bo pêşde birina hişmendiya nîştimanî û netewî.

Kurdistantv ku niha bi her du zaraveyên Soranî û Kirmancî nûçe û zaniyariyan pêşkêşî xelkê dike, di demên derbasbûyî de bi zimanên biyanî jî nûçe û zaniyarî pêşkêş kiriye.

Ji bilî nûçe û programên siyasî, hevdem hin bernameyên çandî û civakî jî pêşkêş dike.

Kurdistantv weke ziman halê gelê Kurdistanê bêyî cudatî kar kiriye û berdewame li ser kar kirina xwe lewre bûye weke dengê tevahiya pêkhateyên Kurdistanê.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.