Husên Hengavî: Ew ne helwesteke fermiye

dibêje bi fermî daxwaza paşxistinê nehatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Dibêje bi fermî daxwaza paş xistina hilbijartinê nehatiye kirin.

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Husên Hindavî derbarê nûçeya paş xistina hilbijartinên li Îraqê de ragihand ku ew helwesta han ne helwesteke fermiye belku tenê daxwaze.

Hendavî ew yek jî diyar kiriye ku wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên li gel rayedarên balyozxaneyên Amerîka, Franse û Brîtanyayê civiyaye û daxwaz ji wan kiriye daku weke civaka cîhanî çavdêriya prosesa hilbijartinên Îraqê bikin.

Nav hatî behsa vê yekê kiriye ku komîsyona hilbijartinan amadekariyên pêwîst bo ku hilbijartin di dema diyar kirî de were kirin didomîne.

Weke tê zanîn beriya du rojan nûçeyek hate belavkirin ku behsa paş xistina hilbijartinan bo piştî meha Îlonê dikir.

Beriya niha hikûmeta Îraqê diyar kiribû ku di meha Hezîranê de hilbijartinên pêşwext tênkirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.