Serokê herêmê pêşwaziya Fermandarê hêzên asmanî yên Îraqê kir

ew çend roje bûye Fermandarê hêzên asmanî.
کوردستان TV
100%

Hêviya serkeftinê ji wî re xwest.

Îro çarşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Fermandarê hêzên asmanî yên Îraqê Jeneral Şehan Cahid Zengene kir.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî jiber bilind bûna pileya wî û destbikar kirina wî weke Fermandarê hêzên asmanî yên Îraqê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Zengene kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Di berdewamiya civînê de Jeneral Zengene jî rêzdariya xwe bo Serokê herêma Kurdistanê û pêşwaziya gerim ku jê re hatiye kirin diyar kir.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.