Wezîrê tendirostî: Karînên me yên nûjdarî hene

dibêje me amadekariyên pêwîst kirine.
کوردستان TV
100%

Dibêje ew haleta han gomanbare.

Piştî belav bûna nûçeya ku qaşo cureya nû ya Koronayê li Dihukê hatiye dîtin, wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê Dr, Saman Berzencî daxuyaniyek bo raya giştî da.

Dr. Saman Berzencî di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku bi hûrî çavdêrî û wenêrînê bo wan welatiyan dikin ku ji wan welatên ku cureya nû ya Koronayê têde hatiye dîtin, serdana Kurdistanê dikin.

Her di vê çarçoveyê de li Dihukê haletek heye ku gomana me li ser heye, cerbandin hatiye kirin û em li bendinê ku encamên cerbandinê derkevin.

Nav hatî diyar kiriye ku Kurdistan xwe bo rûbirû bûna cureya nû ya Koronayê amadekiriye û karînên nûjdarî yên pêwîst jî hene.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.