Amerîka navê sê kesên Kurd xiste lîsteya terorê

dibêje li ser sînorên navbera Îraq û Îranê çalakin.
کوردستان TV
100%

Berpirsên Elqaîdeyê ne.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo di daxuyaniyekê de ku duhê derbarê têkiliyên navbera Îran û Qaîdeyê de pêşkêş kiribû ragihand ku sê kesên Kurd jî di nava Qaîdeyê dene û berpirsê vê tevgera terorîstîne.

Mike Pempeo herwiha eşkere kiriye ku bala Kurdî ya çekdarên Qaîdeyê li ser sînorên navbera Îran û Îraqê çalake û sê Kurd bi navê Îsmaîl Fûad Resûl Ehmed, Fûad Ehmed Nûrî Elşêxan û Niemet Heme Rehîm Heme Şerîf berpirsên wan çekdaranin û ji aliyê Amerîkayê ve navê wan di nava lîsteya terorê de hatiye tomarkirin.

Pempeo herwiha diyar kiriye ku têkiliyên navbera Îran û Qaîdeyê gelek baş û bihêzin û Îran bi her awayî piştîvaniya çekdarên Qaîdeyê dike.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.