Buhayê petrolê bilind bû

salek zêdetire ku ew qas buha nebûye.
کوردستان TV
100%

Ew yekem care piştî demeke dirêj ewqas bilind bibe.
Îro çarşem danê sibê, li bazarên cîhanê de, buhayê petrolê bi awayeke çaverê nekirî bilind bû û her bermîlek petrola brent bi 57 dolaran hate firotin.
Pispor behsa vê yekê dikin ku kêm bûna asta petrola depo kirî ya Amerîkayê û herwiha kêmbûna bandorên Koronayê bûne sedem ku buhayê petrolê wisa bilind bibe.
Buhayê petrola texsasê jî niha derdorê 53 dolare.
Weke tê zanîn ji meha 2 ya sala 2020an ve heta niha ew yekem care ku buhayê wan her du petrolan bigehêje ew asta ku îro gehêştiye.
N: E. G

 

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.