Tirkiye û cîhadiyan dîsa Til Rifet û gundên Şehbayê topbaran kirin

zirarên canî yên topbaranê nebûne.
کوردستان TV
100%

Bajarokê Til Rifet û gundên herêma Şehbayê bi dijwarî ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên cîhadî yên opozisyona Sûriyê ve hatin topbarankirin.

Artêşa Tirkiyê û komên cîhadî  yên alîgir, ji duh ve êrişên xwe bo ser bajarokê Til Rifet û gundên ser bi herêma Şehbayê ve tundtir kirine.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandiye, Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgir derdora bajarokê Til Rifat û gundên Merenaz, Eyn Deqnê û Bîlûne li navçeya  Şehbayê li bakurê rojavayê Helebê topbaran kirine.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di topbarana nevçeyê de pêgehên YPGê û hêzên ser bi wê ve hatine hedefgirtin, bêyî ku ti zanyarî li ser encamên wan êrişan diyar bibin.

Ji aliyeke din ve êrîş û topbaranên Tirkiye û cîhadiyan bo ser devera Eyn Îsa jî didomin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.