88 kesên din bi Koronayê ketin

983 kes jî baş bûne.
کوردستان TV
100%

Ti kesek canê xwe ji dest nedaye.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 88 kesên din bi Koronayê ketine û hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin û 52 kese.

Wezaretê ew yek diyar kiriye ku 983 kes jî baş bûne û ti kesek jî di nava 24 seatên derbasbûyî de jiber Koronayê canê xwe ji dest nedaye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.