Li gel Serokê parlementoyê civiya.
Îro şandeke partiya demokrata Kurdistanê serdana Bexdayê kir û biryare li gel aliyên siyasî yên Îraqê bicive.
Yekem civîna şanda PDKê li gel Serokê parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî bû û di civînê de behsa çend mijaran bi taybetî kêşeyên navbera Hewlêr û Bexda û hewldanên çareseriyê hate kirin.
Her di civîna han de tekez li ser dabîn kirina para Kurdistanê ji bûdceya 2021an ya Îraqê bi awayeke dadmend û li gor destûrê hate kirin.
Her di heman civînê de behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexda û hilbijartinên pêşwext yên Îraqê hate kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin