Nêzî hezar kesan jî baş bûne.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên taybet yên Koronayê di nava 24 seatên derbasbûyî de belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostiyê, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 126 kesên di bi Koronayê ketine, ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 73 kese.
Herwiha di nava heman demê de li Kurdistanê 970 berketî baş bûne û 2 berketî jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin