Ewin li deriyên sînorî karê qaçaxçîtiyê dikin tên girtin.
Alîkarê Serokwezîrê herêma Kurdistanê, Rêbaz Hemlan ragihand ku di çarçoveya prosesa reforman de, vê karûbarên deriyên sînorî yên Kurdistanê ji nûve werin sazmandehîkirin.
Rêbaz Hemlan diyar kir ku hikûmeta Kurdistanê biryar daye daku tevahiya wan kesên ku li deriyên sînorî karê qaçaxçîtiyê dikin werin girtin û bo vê yekê jî hêzeke taybet hatiye damezrandin.
Nav hatî diyar kir ku yekem car ji Îbrahîm Xelîl, paşê li Hac Omeran û Başmax û Perwîz Xanê dest bi girtina qaçaxçiyan tê kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin