Bi zorê pere ji ajovanekî stendine.
Asayîşa Hewlêrê belav kir ku, hêzên asayîşê yên Hewlêrê karîne du kesan binçav bikin ku tawanek kirine.
Li gor daxuyaniya asayîşa Hewlêrê ew du kesên han bi darê zorê pere ji ajovanê taksiyekî stendine.
Asayîşê diyar kiriye ku ajovanê taksiyê, li cem asayîşê gilî kiriye û gotiye du kesan bi hinceta kirê girtinê wî birine cîheke çol û bêdeng û bi darê zorê pere jê stendine.
Bûyer di destpêka salê de qewmiye û asayîş jî piştî çend rojan lêkolînê kariye ew her du tawanbarên han binçav bike û binçav kirî jî di lêpirsînên destpêkê de li tawana xwe mokir hatine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin