Nancy Pelosi: Lazime Trump ji kar were avêtin

dibêje lazime ji kar were avêtin.
کوردستان TV
100%

Dibêje emê dest bi prosesa ji kar avêtinê bikin.

Seroka civata nuneran ya Amerîkayê Nancy Pelosi ragihand ku eger Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence bilez dest bi prosesa ji kar avêtina Serokê Amerîkayê Donald Trump neke vê demê civata nuneran rêbazeke din bikar tine.

Pelosî diyar kiriye ku eger Pence ew yek cîhbicîh neke vê demê civata nuneran neçar dibe ku prosesa ezil kirinê li hember Trump cîhbicîh bike û Trump ji kar bavêje.

Weke tê zanîn jiber ku Trump encamên hilbijartinan qebûl nedikir, alîgirên wî di 6ê vê mehê de êrîşî ser Kongrêsê kiribûn û bi qasî çend seatan kongrês dagîr kiribûn û di encama pevçûnan de jî 4 kes hatibûn kuştin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.