Dibêje lazime Tirkiye rêz ji serweriya welatan bigire.
Wezîrê derve yê Îmaratên Yekgirtî yên Erebî, Enwer Gargaş ragihand ku welatên Kendavê dixwazên têkiliyên xwe yên li gel Tirkiyeyê normal bikin lê mercên wan welatan hene.
Gargaş diyar kiriye ku lazime Tirkiye dev ji piştîvanî kirina tevgera Exwan Musilêmîn berde û bi ti awayî hevkariya tevgera han neke û herwiha rêz ji serweriya welatên din yên deverê jî bigire.
Gargaş diyar kiriye ku piştî normal kirina têkiliyên navbera welatên Kendavê li gel Qeterê, yaku zêdetir ji 3 salan dorpêç danîbûn ser Qeterê, niha tevahiya deriyên welatên Kendavê bo Qeterê hatine vekirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin