Giftûgo li ser proje bûdceya 2021an ya Îraqê tê kirin.
Biryare îro parlementoya Îraqê civîneke din bo giftûgo kirin li ser proje bûdceya sala 2021an ya Îraqê lidar bixe.
Parlementoya Îraqê beriya çend rojan civînek lidar xistibû û weke pêngava yekem wenêrîn bo proje bûdceya 2021an kiribû.
Di civîna îro ya parlementoyê de vê parlementerên beşdar nêrînên xwe yên derbarê made û xalên nava proje bûdceyê de diyar bikin.
Proje bûdceya 2021an ya Îraqê bi 150 tiriliyon dînar hatiye xemilandin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin