22 kes di salekê de canê xwe ji dest dane

hijmara herî zêde ya bûyerên agir berbûnê di nava malan de bûye.
کوردستان TV
100%

Jiber bûyerên agir pêketinê li Hewlêrê canê xwe ji dest dane.

Birêveberatiya giştî ya berevaniya medenî ya Hewlêrê ragihand ku di sala 2020an de bi giştî 22 welatî li Hewlêr û derdorê jiber bûyerên agir berbûnê canê xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya birêveberatiya han de hatiye diyar kirin ku di sala derbasbûyî de bi giştî 2 hezar û 779 bûyerên agir pêketinê çê bûne. Ji wan li 24 cîhên cuda şewat çê bûye, 535 ji wan bûyeran di nava bajêr de bûne, 2 hezar û 244 bûyerên din jî li derveya bajêr çê bûne. Hijmara herî zêde ya agir berbûnê di nava malan de bûye ku 374 bûyer bûne. Herwiha 11 hotêl jî jiber agir pêketinê şewitîne.

Di encama wan bûyeran de 116 zevî, 339 bîna û 4 hezar û265 cîhên din jî bi dermanên dijî vîrosan hatine şoştin.

N: E. G

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.