18 welatiyên din yên Kurd hatin revandin

di nava 10 rojan de hatine revandin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê komên cîhadî ve hatine revandin.

Navenda tomar kirina binpê kirina mafan ya li Rojavayê Kurdistanê raportek derbarê binpê kirina mafên welatiyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê belav kir.

Di raportê de navendê eşkere kiriye ku di nava 10 rojên destpêkê yên sala 2021an, 18 welatiyên Kurd ji aliyê komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve hatine revandin.

Ew welatiyên han li Efrîn û Girê Spî hatine revandin û cîhadî jî bo azad kirina wan daxwaza pereyan ji kesûkarên wan dikin.

Weke tê zanîn piştî dagîr kirina beşek ji Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve, prosesa guhertina demografiya deverên Kurdî, talan kirina mal û milkên welatiyên Kurd û revandin û dest dirêjî kirine ser welatiyên Kurd destpê kiriye û hîn jî didome.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.