Hijmara pêketiyan 90 miliyon derbas kir

hijmara herî zêde ya pêketiyan li Amerîkayê hatiye tomarkirin.
کوردستان TV
100%

Li seraserê cîhanê hîn jî Korona belav dibe.

Li gor nûçeyeke malpera Worldometer yaku rojane amarên nû yên berketiyên Koronayê li seraserê cîhanê belav dike, belav bûna Koronayê li cîhanê hîn jî didome.

Malpera han belav kiriye ku niha li seraserê cîhanê hijmara kesên ku bi Koronayê ketine 90 miliyon kes derbas kiriye.

Malperê diyar kiriye ku heta niha bi giştî 90 miliyon û 86 hezar û 549 kes bi Koronayê ketine.

Hijmara herî zêde ya berketiyan li Amerîkayê hatiye tomarkirin ku 22 miliyon û 699 hezar û 938 kese.

Herwiha li cîhanê heta niha bi giştî 1 miliyon û 934 hezar û 393 kes canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.