Daxwaz ji Trump tê kirin dev ji kar berde

dibêje bila ji kar were avêtin.
کوردستان TV
100%

Waliyê New Yorkê Andrew Cuomo bang li Serokê Amerîkayê Donald Trump kir ku karvekişîna xwe ragihîne.

Cuomo diyar kir ku li gor wî divê Trump karvekişîna xwe ragihîne û ger ew wisa neke jî divê ji kar were dûr xistin.

Cuomo got : Li New Yorkî, Demokrat û Komarî piştgiriyê nadin êrîşvanan. Piştgiriyê nadin nijadperestîyê, antîsemîtîzmê. Piştgirîyê nadin anarşîyê. Ti New Yorkî piştgiriyê nade. Ger hûn jî bi me re ne karvekişîna wî Serokî bixwazin. Ger hûn ne bi me re ne hûn jî bi wan talankeran re ne.’’.

Wî da zanîn ku wî di çar salên rêvebiriya Trump de jimareke tiştan dîtine, lê nehatiye xeyalên wan ku ew tiştên ‘’hovane’’ yên li Washingtonê bibînin.

Cuomo da zanîn ku ew bûyerên li Washingtonê ne çalakiyên demokratîk bûn, lê ‘’peqîneke nefretê’’ bûn.

Waliyê New Yorkê dîyar kir ku bûyerên li Washingtonê jiber sîyaseta Trump ya ser ‘’nijadperestî, cudaxwazî û tirsê’’ çêbûne.

Ji dengê Amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.