Tomar kirina navên aliyên siyasî destpê dike

di meha Hezîranê de hilbijartinên pêşwext tên kirin.
کوردستان TV
100%

Di meha Hezîranê de hilbijartin tê kirin.

Komîsyona bilind ya hilbijartinên Îraqê îro şemî belav kir ku, îro bi fermî prosesa tomar kirina navên part û aliyên siyasî yên ku dixwazin di hilbijartinên meha Hezîranê de beşdar bibin, destpê dike.

Li gor daxuyaniya komîsyonê part û aliyên siyasî yên Îraqê dikarin îro bi pêşkêşkirina belgenameyên qanûnî, serî li navendên Komîsyonê li seraserê welat bikin û navên xwe bo beşdarî kirin di hilbijartinan de tomar bikin.

Li Îraqê biryare di meha Hezîranê de hilbijartinên pêşwext werin kirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.