Egerê derketina şerê navxweyî heye

dibêje hîn jî Îraq pêdiviya xwe bi hevpeymaniya cîhanî heye.
کوردستان TV
100%

Wezîrê berevanî yê Îraqê vê yekê dibêje.

Wezîrê berevanî yê Îraqê Cuma Înad ragihand ku hîn jî rewşa Îraqê gelek metirsîdare û Îraq bo rûbirû bûna terorê pêdiviya xwe bi hevkarî û mayîn hêzên hevpeymaniya cîhanî heye.

Cuma Înad herwiha gotiye: Eger êrîşên ser navçeya Kesik û nuneratiyên welatên biyanî li Bexdayê berdewam bin, vê demê Îraq dikeve nava qonaxeke metirsîdar jiber ku ew yek vê Îraq bixe nava şereke dijwar ya navxweyî.

Înad diyar kiriye ku berdewam kirina wan êrîşan zirarê dide Îraq û welatiyên Îraqê û lazime aliyên siyasî û Serkirdeyên aliyên siyasî yên Îraqê girîngî bi berejwendiyên nîştimanî yên Îraqê bidin.

Înad tekez li ser vê yekê kiriye ku hin alî hewl bo vê yekê didin ku Îraq bixin nava pevçûn û şereke çekdarî, lê ew rê nadin vê yekê û bo parastina aramiya Îraqê çi ji destê wan were vê bikin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.