Pentagon: Keştiya USS Nitimitz li Kendavê dimîne

beriya çend rojan dihat gotin ku keştî tê vekêşandin.
کوردستان TV
100%

Beriya niha dihat gotin ku ew keştî vedikêşe.

Piştî ku çapemeniya Amerîkayê li ser zarê rayedarên wezareta berevanî ya Amerîkayê belav kir ku wezaretê biryar daye daku keştiya USS Nitimitz yaku balefirên şer hildigire, vê ji Kendavê vekêşe û vegere Amerîkayê, îro wezareta berevaniya Amerîkayê daxuyaniyeke nû li ser mijarê belav kir.

Li gor daxuyaniya Pentagonê, vê keştiya han li hember gefên Îranê û bo bersifdana bilez ya her cure êrîşekê bo ser hêzên Amerîkî anjî hevpeymanên Amerîkayê, li Kendavê dimîne û pîwerdariyên xwe cîhbicîh dike.

Weke tê zanîn ew demêke aloziyên navbera Îran û Amerîkayê zêdetir bûne û Amerîka hijmareke balefirên şer yên B52 li deverê de bicîh kiriye.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.