Ew kesên han bi awayekî derqanûnî mûçe wergirtine.
Wezareta darayî ya hikûmeta Kurdistanê belav kir ku, di çarçoveya hewldanên hikûmetê yên bo reforman, wezaretê kariye mûçeya 10 hezar kesên ku bi awayekî derqanûnî mûçe wergirtine, qut bike.
Li gor daxuyaniya wezaretê, piştî biryara hikûmetê ya bo pêk anîna reforman, wezaretê jî dest bi lêkolîn û wenêrîn kirin bo lîsteyên mûçexorên Kurdistanê kiriye û di encama lêkolînan de derketiye ku 10 hezar kes bi awayeke derqanûnî mûçeyên mehane wergirtine lewre biryar hatiye dayîn ku mûçeyên mehane yên wan 10 hezar kesan werin qutkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin