Îran: Me îro dest bi prosesa zengîn kirina Oraniyûmê kir

dibêje me NY jî hayedar kiriye.
کوردستان TV
100%

Dibêje bo hilweşandina dorpêçan ew proses dane destpêkirin.

Peyvdarê hikûmeta Îranê Elî Rebîe ji çapemeniya fermî ya Îranê re gotiye ku di çarçoveya hewldanên steratejîk yên hikûmeta Îranê de, îro duşem bi fermî Îran dest bi prosesa zengîn kirina Oraniyûmê kiriye.

Rebie herwiha eşkere kiriye ku Îranê bi fermî ji Netewên Yekgirtî û ajansa etomiya cîhanî re gotiye ku îro dest bi prosesa zengîn kirina Oraniyûmê dike.

Rebîe behsa vê yekê jî kiriye ku Îran bo hilweşandina dorpêçan ku ji aliyê Amerîkayê ve biser de hatine sepandin, dest bi zengîn kirina Oraniyûmê kiriye.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.